Di qonaxên Med, Hexamenîşî û Silûkî yên serdema berî Îslamê (BZ VIII-III) da li erdnîgariya Medyayê zimanê Medî (Kurdiya Kevnar) wek zimanê axiftin û edebiyata zarekî hatiye bikaranîn. Di qonaxên Eşkanî û Sasanî (BZ III-PZ VII) da ziman û edebiyata Medî bi navê Pehlewî (Kurdiya Navîn) hebûna xwe domandiye û bi taybetî di serdema Sasanî da edebiyata Pehlewî ya nivîskî pêş ketiye.
Di her sê sedsalên pêşî yên serdema Îslamî da Pehlewî (Kurdiya Navîn) di qada Mecûsîtiyê da geşedana xwe domand ...